Îran: Di danûstandinên bi DYE re pêşketin heye lê lihevkirin çênebûye

Wezareta Karûbarên Derve ya Îranê, ragihand ku di danûstandinên ji bo bidawîkirina şerê bi DYE re pêşketinên girîng çêbûne. Lê belê Tehranê, îdîayên ku dibêjin peymana dawî dê di demek nêz de were îmzekirin red kir.

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî, diyar kir ku li ser gelek mijaran bi DYE re lihevkirin çêbûye, lê nirxandinên ku dibêjin peyman wê di demek nêz de bên îmzekirin, ‘ne rast in’.

Bekayî di civîna çapemeniyê de got, “Li ser gelek mijarên ku tê nîqaşkirin lihevkirin çêbûye, rast e. Lê belê kes nikare bêje ku îmzekirina peymanê di demek nêz de ye.” Her wiha got ku rêveberiya Washingtonê helwestek nelihevhatî raber dike.

AMADEKARÎ JI BO 14 BENDAN TÊ KIRIN

Îran ragihand ku ji bo ku şerê di 28’ê Sibatê de dest pê kiriye bi rengekî mayînde bidawî bibe, li ser 14 bendan bi DYE re xebat dimeşînin.

Bekayî anî ziman ku bendên tên amadekirin armanca wê ne tenê şerê di navbera Îran û DYE de bi dawî kirine, di heman demê de dawî li hemû şerê herêmê anîne. Hat gotin ku di nav de şerê li Libnanê jî derbasdar e.

Rayedarê Îranî, da xuyakirin ku ew li ser hûrgiliyên bernameya nukleerî ku di rojeva Washingtonê de bendeke sereke ye, danûstandin nekirine.

TENGAVA HURMIZÊ Û BENDÊN DORPÊKIRINÊ

Hat diyar kirin ku dorpêçkirina deryayî ya ji hêla DYE ya li ser benderên Îranê dê werin rakirin û dê rêziknameyên nû derbarê Tengava Hurmizê de werin amadekirin.

Bekayî anî ziman ku ji destpêka şer û vir ve trafîka deryayî ya li tengavê di kontrola Îranê de ye û got ku tedbîrên ji bo derbasbûna bi ewle dê dewam bikin.

Bekayî her wiha diyar kir ku Îran heqê derbasbûnê ji keştiyan nagire, tenê ji bo xizmetên navîgasyonê û parastina jîngehê xercê digire.